Hims-SANA
Hêzên ewlekariyê li parêzgeha Himsê, hevwelatiyê bi navê ’Ebdurezaq Hebabî yê ku di dema vegera wî ji zeviyê xwe yê li gundê Zîdil yê gundewarê Himsê yê rojhilat hatibû revandin rizgar kir.
Di daxwuyaniyekê taybet ji Sana re, Hebabî yê ku di heman demê de nasnameya Amerîkî jî pêre heye, da xwuyakirin ku otomobîleke reş ya ji cûreyê “pîk -ap” kete riya wî de û hin çekdar jê daketin û ew di bin gefa çekan de revad û berê wî dan cihekî nediyar, her weha got ku kesên ew revandibûn daxwaza 300 hezar dolarî beramber serbestberdana wî kiribûn, her weha pereyên ku pê re bûn, jê standibûn.
Li gor wî gotiye, Hêzên Ewlekariya Giştî karîbûn ew Devera ku ew kesên ew revandibûn lê bicih bibûn dorpêç bikin û ew rizgar kiribûn û bi tenduristiyeke baş gihandibûn malbata wî, lê ew çekdar reviyabûn.