Şam – SANA
Kampanyaya “Sûrî digel Filistînê ne” li Qada Hîcazê ya Şamê rawestaneke piştgirîyê li dar xist da ku tawanên dagirkerîya Îsraîlê yên li ser Xezeyê û koçberkirina bizorê, birçîbûn û qirkirinê şermezar bike.

Beşdaran pankartên ku daxwaza rakirina dorpêçê û bidawîanîna êrîşkarîyê dikirin bilind kirin.
Her weha tekez kirin ku doza Filistînê dê di wijdanê gel de zindî bimîne û her hebe.



