Heleb-SANA
Civînekli Odeya Pîşesazîya Helebê hat lidarxistin û tê deRêveberê Darayî yê Helebê, Ebdullah Rezûq, bacgirên payebilind, karsaz û bazirgan der barê reşnivîsa qanûna baca dahatê deda û stand.
Serokên Odeyên Pîşesazî û Bazirganîyê girîngîya civînê di xurtkirina bawerî û hevkarîya di navbera sektorên giştî û taybet de, û rola sektora taybet di pêşkeftin û ji nû ve avakirinê de tekez kirin.

Her weha Rêveberê Darayî destnîşan kir ku têbinîyênku hatine dayîn dê di amadekirina reşnivîsa dawî de li ber çav bên girtin da ku edaleta bacê were bidestxistin û hewcedarîyên xezîneyê bi handana hilberînê re hevseng bibin.



