Heseke-SANA
Hat ragihandin li “Holêya” ku girêdayê parêzgeha Hesekêya ku li nêzî sînora Iraqê ye di mezinahîya 4.2yan de erdhejek pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin niştecihên bajarê Hesekê îro di danê sibê de li ser nêzîkî sînorê Sûriye-Iraqê, bi taybetî li herêma “El-Hol” li gundewarê rojhilatê Hesekê, bi erdhejekê rabûn li ser pîyan.
Derbarê mijarê de çavkaniyên herêmî ji peyamnêrê SANAyê re îfadekirin ku erdhej îro di saet 5:30ê sibehê de çêbûye û ji aliyê niştecihên bajarê Hesekê, bi taybetî li gundewarê rojhilatê nêzîkî navenda erdhejê ve hatiye hîskirin. Hat hînbûn li herêmê ti ziyanên maddî an mirovî nehatine qeydkirin.
Derbarê mijarê de daxuyanîyek jî ji teref Navenda Neteweyî ya Erdhejan ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin mezinahiya erdhejê li gorî pîvana “Richter”4.2 pile bû û 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.