Şam – SANA
Desteya Edaleta Veguhêz a Neteweyî, îro civîna xwe ya yekem li Şamê li dar xist û tê de xebata xwe ya heyvên borî nîşan da: Hazirkirina rêziknameya navxweyî, rêziknameya rênimanyên reftarî û birêxstina civînên bi rêkxirawên navneteweyî û malbatên qurbanîyan re.
Her weha di civînê de, erkê her şeş komîtan hat desnîşankirin da ku dest bi karê xwe yê jidil bikin.
Wekî din jî, Serokê Desteyê, Ebdulbasti Ebdulletîf, plana xwe ya destpêkirina platformeke neteweyî ku armanca wê danûstandina bi welatîyan re bibe rasterast, da dîyarkirin. Li alîyê din jî, ji bo ku gilî û gazinên kesûkarên qurbanîyen wergirin, reqemên telefonan bo peywendîyê hazir kirine.