Şam-SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî, di çarçoveya çalakîyekê de li Zanîngeha Şamê, kampanya ”Nifşên Paqijîyê” dan destpêkirin.
Ev kampanya, ku wezîrên Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî, Ewqaf, Perwerde û Fêrkirin, Ragihandin û Geşepêdana Kargerî beşdarî çalakîya destpêkirina wê bûn, armanca wê çespandina nirxên paqijî û şefafîyetê di sazîyên perwerdehîyê de ye, da ku xwendekar di nav malbat û civaka xwe de bibe mînak, bi awayekî ku beşdarîyê di avakirina civakeke xwedî exlaq û fikrekî berz de bike.


