Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro Duşemê, encamên mufadeleya guhartina pisporîyê ya sala xwendinê 2025-2026 ji bo xwendekarên xwendina bilind li fakulteyên bijîşkî yên zanîngehên hikûmetî, û xwendekrên ku di encamên mufadeleyên berê de, ji bilî mufadeleya yekbûyî ya sala xwendinê 2025-2026, hatine qebûlkirin, ragihandin.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku serlêder dikarin bi rêya lînkê, encaman bibînin.
Wezareta Xwendina Bilind di 30ê meha Îlona borî de, destpêka wergirtina daxwaznameyên serlêdana mufadeleya guhartina pisporîyê ji bo sala xwendinê 2025-2026 ragihandibû; mufadele li ser kursêyên ragihandî “xwendina paralel – Ereb û kesên bîyanî” bû, ji bo xwendekarên xwendina bilind li fakulteyên bijîşkî li zanîngehên hikûmetî û xwendekarên ku di encamên mufadeleyên berê de, ji bilî mufadeleya yekbûyî ya sala xwendinê 2025-2026, hatine qebûlkirin.