Siwêda – SANA
Rêveberîya Ragihandina Siwêdayê, ragihand ku ezmûnên ku biryar e îro bên lidarxistin, wek xuleya awarte ya taybet bi xwendekarên bawernameyên perwerdeya bingehîn û amadeyî yên giştî li Siwêdayê, li navendên ezmûnê yên pejirandî li gundewarê parêzgehê yê bakur, dest pê kir.
Her Îro, Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, tekez kir ku komên derveyî çarçoveya qanûnê, rê li ber xwendekarên parêzgehê digirin da ku ji bajêr dernekevin û negihîjin navendên xwe yên ezmûnê, di demekê de ku xwendekar rijd in beşdarî ezmûnan bibin.
El-Bekûr di daxuyaniyekê de ji bo kenala El-Ixbarîye El-Sûrîye, dîyar kir ku rewşa nerazîbûna xwendekaran û malbatên wan, bû sedema derketina pevçûna bi destan; di encamê de komên derveyî qanûnê erebeyên welatîyan şikandin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku xwendekar hîn jî li meydana bajêr civiyayî ne ji ber xwestin û rijdîya wan a li ser beşdarbûna di ezmûnan de.
El-Bekûr wiha domand: Rêveberîya parêzgehê hemû hewldanên ji bo hêsankirina proseya ezmûnan kirine, û biryar hat dayîn ku dema destpêkirina ezmûnan saeteke din jî bê paşxistin (da ku bibe saet 11ê sibehê), bi armanca dabînkirina derfetê ji xwendekaran re da ku bigihîjin navendên xwe yên ezmûnê.