Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê, tekez kir ku di sala xwendinê ya 2026-2027an de, hînkirin li gor rêbazên xwendinê yên yekgirtî li hemû parêzgehên Sûrîyê tê bicihanîn, bi awayekî ku yekkirina proseya perwerdeyê xurt bike, lêvegera perwerdeyê bike yek û dadperwerîyê di nav hemû xwendakaran û naveroka xwendinê de li herêmên cuda cuda misoger bike.
Wezaretê bi rêya daxuyanîyekê ji bo SANAyê, îro Duşemê, zelal kir ku rêbazên sala xwendinê ya 2025-2026an “Rêbazên Şamê” dê ji bo her du salên xwendinê 2026-2027, li hemû parêzgehên Sûrîyê pejirandî be, her wiha piştrast kir ku rêbazên pejirandî li ser malpera wê ya fermî ya nû hene.
Wezaretê dîyar kir ku wê amadekirina pîvanên neteweyî yên ji bo bernameyên xwendinê yên nû bi dawî anîne, û qonaxa piştre dê qonaxa danînê be, di çarçoveya hewldanên nûjenkirina naveroka perwerdeyî de bi awayekî ku li gorî hewcedarîyên perwerdeyê be.
Der barê xwendakarên parêzgehên rojhilat de, Wezaretê zelal kir ku biryara wezaretê ya hejmar /1617/, rê daye xwendakarên ku berê xwendina xwe li gorî rêbazên “Rêveberîya Xweser” berdewam kirine, ku tenê di her du salên xwendinê yên 2025-2026 û 2026-2027an de beşdarî ezmûnên bawernameyên giştî yên amadehî û perwerdeya bingehîn li gor wan rêbazan bibin.
Wezareta Perwerde û Hînkirinê, şeşê Îlona bê wekî dema destpêkirina fermî ya sala xwendinê ya 2026-2027an li hemû dibistanên dewletê, yên taybet û yên wekî wan destnîşan kir, ku di roja Yekşemê 6/9/2026an de ye.