Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, îro Sêşemê, guhertoyeke nû ya sepana encamên ezmûnên bawernameya amadeyîya giştî bi her du beşên wê yên (zanistî û wêjeyî), amadeyîya pîşeyî bi beşên wê yên (pîşesazî, bazirganî û hunerên jinan), û amadeyîya şer’î, ji bo gera sala 2026an, piştî çareserkirina pirsgirêkên guhertoya yekem a sepanê, da destpêkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku li ser rûpela xwe ya Telegramê weşandiye, bang li xwendakaran kir ku guhertoya nû bi rêya lînkê daxînin.
Wezaretê berê sepana xwe ya fermî ya encamên ezmûnên bawernameya amadeyî bi armanca hêsankirina gihîştina xwendakaran bi encamên wan bi awayekî elektronî dabû destpêkirin, lê belê hejmarek bikarhêner di dema derketina encamên ezmûnan, di guhertoya yekem de rastî pirsgirêkên teknîkî hatin, lewma vê yekê hişt ku wezaret guhertoyeke nû bide destpêkirin ji bo misogerkirina hêsanîya gihîştina bi encaman û baştirkirina performansa sepanê.