Şam-SANA
Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê, bernameyên xwe yên ji bo pêşxistina kadroyên perwerde û rêvebirinê berfireh kirin, di rêya cîbicîkirina zêdetirî 226 bernameyên perwerdeyê ji bo mamoste, rênîşander û îdarîyên li parêzgehên cuda cuda, da ku asta başbûna proseya perwerdeyê bilind bibe û li gor pêşketina nûjen be.
Rêveberê Amadekirin û Rahênanê li wezaretê, Fehed Te’leb, dîyar kir ku ev bername li gorî hewcedarîyên rasteqîn ên li ser erdê hatine hazirkirin û van teweran li xwe digirin:
- Perwerde û Veguherîna Dîjîtal: Korsên pisporîyê di warê teknolojîyên nûjen, rêbazên pêşketî û amûrên afirîner de, ligel şarezayîyên proseyên azmûnan û kontrolkirinê.
- Piştgirîya Derûnî û Perwerdeya Giştgîr: Bernameyên ji bo çavdêrîya psîkolojîk, tenduristîya derûnî di rewşên awarte de, xwedîderketina li zarokên otîzmê, û amadekirina mamosteyên perwerdeya taybet, da ku jîngeheke hîndarîyê ya giştgîr were dabînkirin.
- Serkêşî û Rêveberî: Korsên di warê plansazîya perwerde, rêberî û avakirina polîtîkayên perwerdeya ne-fermî de, da ku şarezayî û şîyana birêvebirina sîstema perwerdeyê xurt bibe.