Mesqet -SANA
Di çarçoveya hewldanên nûkirina sektora perwerdeyê li Sûrîyê, pêşxistina rêbazên xwendin, pîvan û nirxandinê xaleke bingehdar e. Nexasim bi berfirehbûna ezmûnên welatên Erebî di warê dîjîtalkirina proseyên ezmûnan de û bikaranîna pergalên nirxandinê yên hûrbîn û şefaf.
Di vê çarçoveyê de, ji 4 heta 6ê Hezîranê, şandeya Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Sûrîyê serdana welatê Omanê kir da ku ji nêz ve haydarî ezmûna Omanê di veguherîna dîjîtal de bibe û ezmûnan pev biguherin.
Şandeya Sûrî rêzecivîn ligel berpirsên perwerdeya dewleta Omanê pêk anîn. Rêveberê Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên Perwerdeyê Dr. Ismetulah Remezan, Rêveberê Navenda Pîvan û Nirxandina Perwerdeyê Dr. Mecdî El-Se’dî û Rêveberê Perwerde û Hîndekarîya Parêzgeha Quneytirayê Hikmet El-Dîyab di şandeya Sûrîyê de cih girtin.
Şandeyê ligel wekîlê Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Omanê Dr. Bedir bin Hemûd bin Raşid El-Xirûsî, asoyên hevkarîya dualî di pêşxistina rêbazan û pîvan û nirxandinê de gotûbêj kirin.
Her wiha rêyên mifawergirtina ji ezmûna dewleta Omanê di dîjîtalkirina karên ezmûnan û pêşxistina pergala nirxandinê de hatin gengeşekirin.