Şam – SANA
Rêveberîya Geşepêdana Îdarî ya Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûrîyê, ragihand ku wergirtina daxwaznameyên karmendên ku dixwazin di karê amadekirina pirtûkên dibistanê de bixebitin hatiye destpêkirin, ji bo pêşxistina naveroka pirtûkan a perwerdeyî û karkirina li gorî şêwazên nûjen.
Divê kesê serlêder, bawernameya zanîngehê wergirtibe, û pisporîya wî di programên sêwiranê yên mîna Photoshop, Illustrator û InDesign, û her weha bikaranîna amûrên zîrekîya çêkirî (AI) de hebe, û hin nimûne ji karên xwe yên berê pêşkêş bike.
Belgeyên pêwîst ev in: Kopîyeke biryara erkdarkirinê, bawernameyên xwendinê, kursên rahênanê û serlêdan bi rêya dagirtina formeke elektronîkî pêk tê.