Şam – SANA
Zanîngeha Şamê bi hevkarîya Rêxistina Almanî-Sûrî (DSV), bernameyeke rahênanê ya taybetmend da destpêkirin. Armanca vê bernameyê bilindkirina asta şarezayîya pisporên derûnî û xwendekarên lîsansa bilind e, da ku bi rêbazên zanistî serederîyê bi trawma derûnî re bikin.
Dr. Mazin El-Şemat, dîyar kir ku ev bername heft mehan berdewam dike û ji 200 saetên perwerdeya teorîk û pratîk, tevî 30 saetên çavdêrîya meydanî, pêk tê. Armanca vê perwerdeyê ew e ku kadroyên pispor amade bike da ku alîkarîya kesên ji ber şer zîyan dîtine bikin û pêvajoya başbûna wan hêsan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku qeydkirina bi rêya lînka elektronîk heta deh rojan berdewam e. Ev çalakî di çarçoveya karê “Yekeya Şêwirmendîya Zanîngehê û Piştgirîya Derûnî” de tê kirin; ev yeke di sala 2023an de hate avakirin da ku xizmetên derûnî yên taybetmend û bêpere ji civaka zanîngehê re pêşkêş bikin.