Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko, ligel alîkarê xwe yê karûbarên perwerdeyê Ehmed El-Hesen, duh Pêncşemê, di dema gereke meydanî de li Şamê, ji nêzîk ve li mekanîzmaya karê navendên gotûbêjkirina pîverên hilsengandina madeya zimanê Erebî û navendên hilsengandina ezmûnên bawernameyên giştî nêrî.
Wezîr Tirko di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekezî li ser girîngîya qedandina proseya hilsengandina bi lez û hûrbînî kir, bi awayekî ku mafên xwendekaran û dadperwerîya encamên ezmûnan misoger bike.

Tirko di dema hevdîtina xwe ya bi kadroyên perwerdeyê û mamosteyên hilsengîner re tekez kir ku proseya hilsengandinê temamkirina proseya ezmûnan e û asta herî bilind a hûrbînî û berpirsyarîyê dixwaze. Navborî bal kişand ser wê yekê ku zelalîya pîverên hilsengandinê di kêmkirina pirsgirêkan de û misogerkirina nirxandina dadperwerane ya bersivên xwendekaran de dibe alîkar.