Şam – SANA
Cîgirê Wezîrê Perwerdeyê Yûsif ‘Enan bi şandeyeke UNICEFê re awayên zêdekirina hevkarîyê ji bo pêşxistina perwerdeyê li Sûrîyê gotûbêj kirin.
‘Enan tekez kir ku hikûmet giringîyeke mezin dide dabînkirina xwendinê ji tevaya zarokan re, û pêkanîna vê armancê hewceyî hevrêzîya bi rêxistina UNICEFê re heye.
Ji alîyê xwe ve, şandeyê amadebûna xwe bo piştgirîya jinûveavakirina dibistanan û pêşxistina sektora perwerdeyê dîyar kir, û pesnê xebata wezaretê da.
Ev civîn di çarçoveya yekkirina bizavên niştimanî û navneteweyî de ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê û amadekirina zarokan ji bo pêşerojeke çêtir.