Şam-SANA
Wezareta Perwerdeyê amadebûna xwe ya tam ji bo pêşwazîkirina xula ezmûnan a bawernameyên giştî (Navîn û Amadeyî) bi hemû beşên wan ve ji bo sala 2026an di dema xwe ya dîyarkirî de tekez kir. Wezaretê dîyar kir ku hemû amadekarîyên lojîstîkî û teknîkî bi dawî hatine da ku birêveçûna proseya ezmûnan bi karîgerî û duristî were misogerkirin.
Rêveberê Daîreya Ragihandinê li Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê Hemze Hûrîyê, îro Çarşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku hejmara xwendekarên ku serlêdan ji bo ezmûnên giştî yên her du bawernameyan kirine, nêzîkî 832 hezar xwendekar in ji beşên cuda, ku li ser nêzîkî sê hezar navendên ezmûnan li hemû parêzgehan hatine dabeşkirin.
Hûrîyê da zanîn ku ev rênima di çarçoveya girîngîdana wezaretê de ji bo dabînkirina jîngeheke aram û hêmin tê, da ku birêveçûna ezmûnan bi awayekî herî baş were misogerkirin û alîkarîya xwendekaran bike ku ezmûnên xwe di nav atmosfereke guncaw û birêkûpêk de pêşkêş bikin.
