Şam – SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê yê Sûrîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko, îro Sêşemê li Şamê civîneke berfireh li dar xist; di civînê de amadekarîyên dawî yên ezmûnên giştî û mekanîzmayên hevahengîya bi wezaretan re ji bo misogerkirina birêveçûna wan li parêzgehan hatin gotûbêjkirin.
Alîkarên wezîrên Perwerde, Navxwe, Ragihandin, Rewşên Awarte û nûnerê Wezareta Tenduristîyê, temamkirina amadekarkirîyên lojîstîk û teknîkî yên ezmûnan ragihandin, ligel bilindkirina asta amadebaşîyê ji bo dabînkirina jîngeheke ewle û aram ji bo xwendekaran û peydakirina hemû kadro û xizmetên pêwîst.
Ezmûnên hîndekarîya bingehîn û amadeyîya şer’î roja Pêncşemê 4ê Hezîranê, û yên amadeyî bi hemû beşên xwe ve roja Şemîyê 6ê Hezîranê dest pê dikin, di çarçoveya rêkarên ku pergal, ewlehîya xwendekaran û çareserkirina rewşên awarte misoger dikin.

