Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Kalîte û Pêbawerîyê dema ezmûna devkî ya dermansazîyê (ya temamker) ragihand, ku taybet e bi derçûyên zanîngehên derveyî Sûrîyê ku dixwazin daxwazên serkeftina xwe di ezmûna niştimanî de ji bo wekhevkirina bawernameyan û destûrnameya karkirina pîşeyê temam bikin.
Desteyê di daxuyanîyekê de, ku îro Duşemê gihîşt destê ajansa SANAyê, dîyar kir ku tomarkirina ji bo ezmûnê di 1ê meha Hezîrana bê de dest pê dike û heta 8ê heman mehê berdewam dike. Ezmûn dê di 21ê mehê de li avahîya Desteyê ya li ser Otostrada Mezeyê were encamdan.
Ev ezmûn di çarçoveya temamkirina daxwazên wekhevkirin û yeksankirina bawernameyan de tê lidarxistin. Desteyê bang li xwendekaran kir ku berî destpêkirina tomarkirinê, rênimayên taybet bixwînin.