Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê û Desteya Plandanîn û Amarê îro Pêncşemê memorandumeke hevtêgihiştinê îmze kirin, ku armanca wê xurtkirina hevkarîyê di warê amara perwerde û hîndekarîyê de, baştirkirina rêbazên plankirina perwerdehîyê, û amadekirina lêkolînên ku beşdarî pêşvebirina sektora fêrkirinê dibin e.
Memorandum her wiha hevkarîya di warê ravekirina qeydên îdarî, dagirtina valahîya daneyên hejmarî û kalîteyî, rahênana kadroyan li ser komkirina daneyan û veguherandina wan bo nîşanderên piştgirê biryardayînê, amadekirina xebatkaran di warên plankirin, şopandin û nirxandinê de, û xurtkirina mekanîzmayên girêdana hîndekarîyê bi aborî û civakê re li xwe digire.

