Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê îro Pêncşemê, rênimayên girêdayî proseya ezmûnan ji bo xwendekarên ku bawernameya perwerdeya bingehîn ji Wezareta Perwerdeyê ya Komara Tirkîyê yan hevtayê wê ji dewletên din wergirtine derxistin, ev jî bi nêzîkbûna dema ezmûnên qonaxa veguhêz re hat.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ji bo rêveberîyên xwe yên li hemû parêzgehan dîyar kir ku divê xwendekarê serlêder encamnameya pola heştemîn a temam an bawernameya qedandina qonaxa perwerdeya bingehîn a bi awayekî fermî hatiye pesendkirin (tesdîqkirin) bi xwe re hilgire. Her wiha destnîşan kir ku ne merc e bawernameya “LGS” ya Tirkîyê were pêşkeşkirin da ku xwendekar di pola nehemîn de wekî poleke veguhêz were qebûlkirin.
Her wiha rê da xwendekarên ku li pola nehemîn li ser bingeha “ezmûna dîyarkirina astê” hatine qeydkirin ji ber ku berê nikarîbûn belgeyên xwendinê yên pesendkirî pêşkêş bikin ku bi awayekî mercdar beşdarî ezmûna veguhêz bibin heta ku pesendkirina belgeyên fermî bi dawî bibe.