London-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro Sêşemê, bi hevaltîya şandeke wezîran, di çarçoveya serdaneke fermî de ji bo Brîtanyayê, gihîşt Londona paytexta Brîtanyayê, piştî ku serdana xwe ya fermî ji bo Komara Almanyaya Federal bi dawî kir.
Rêveberîya Ragihandinê ya li Serokatîya Komarê ji bo SANAyê dîyar kir ku: “Serok El-Şeri’ dê di dema serdanê de ligel berpirsên payebilind ên Brîtanyayê bicive, ji bo gotûbêjkirina rêyên pêşxistina peywendîyên dualî û xurtkirina hevkarîya di navbera her du welatan de.”
Serok El-Şeri’ duh Duşemê serdaneke fermî bo Komara Almanyaya Federal bi dawî kiribû, ku di wê serdanê de ligel Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier û berpirsên payebilind civîyabû, û tê de rêyên pêşxistina peywendîyên dualî û xurtkirina hevkarîyê di warên cuda de hatibûn nirxandin.