Şam – SANA
Dr. Ismet Remezan, serperiştyarê giştî yê komîta amadekirina rêbazên Kurdî, di daxuyanîyekê de ji bo ajansa “SANA”yê piştrast kir ku li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê Dr. Mihemed Tirko, Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên Perwerdeyê hatiye erkdarkirin da ku rêbazên zimanê Kurdî ji bo hemû astên xwendinê amade bike.
Her weha lê zêde kir û got ku: Rêveberê navendê ragihand ku komîteyeke pispor ji bo danîna rêbazên hînkirina zimanê Kurdî bi biryara wezîr hatiye avakirin. Ev komîte ji 10 pisporên di warê zimanê Kurdî pêk tê, ku xwedî şîyanên akademîk û serpêhatîyên perwerdeyê yên zanîngehê ne.
Her wiha anî ziman ku komîteyê dest bi karên xwe kiriye, û biryar e ku roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026an, civîneke berfireh li baregeha Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên Perwerdeyê li Şamê bê lidarxistin, da ku dest bi proseya danîna rêbazên hînkirina zimanê Kurdî bikin.
