Şam – SANA
Wezareta Perwerdeyê û Fêrkirinê, biryar da ku mamosteyên wekîl 40% qerebû bikin, li gorî Biryarnameya Yasayî ya Hejmar 27 a sala 2020an, bi mercê ku mamosteyê wekîl bi awayekî rasteqîn erkên karmendê bingehîn bi kar bîne.
Wezaretê, îro Duşemê, daxwaz ji hemû rêveberîyên perwerdeyê û alîyên peywendîdar kir ku naveroka daxuyanîyê binirxînin û ji bo dayîna qerebûya mamosteyên wekîl ên mafdar kar bikin.
Her wiha, hişyarî da ku her binpêkirinek dê bikeve ber lêpirsîna yasayî.