Şam – SANA
Fakûlteya Şerîetê li Zanîngeha Şamê, bi hevkarîya “Sazîya Stenbolê ya Çand û Zanistê”, civînek bi navê “Çareserîyên Quranî ji bo Qeyranên Şaristanî” li dar xist, ku tê de giranî da ser bingehên hemwelatîbûn, nasname û hevsengîya derûnî wekî lêvegerekê ji bo aştîya cîhanî.
Wezîrê Xwendina Bilind Merwan El-Helebî bang kir ku hevsengî di navbera resenî û nûjenîyê de were çêkirin û mirov li ser bingeha Quranê were avakirin. Li alîyê din, Şêwirmendê Serokatîyê Dr. Ehmed Zêdan ev civîn wekî destkeftîyekê ji bo “qonaxa rizgarkirinê” hesiband û tekezî li ser rûbirûbûna “bêhêvîtîyê” bi nêrînên zanistî kir.
Serokê Sazîya Stenbolê “Se′îd Yuca” pesnê pêgeha dîrokî ya Şamê wekî navendeke zanistê da û bang kir ku bingeheke zanînê di navbera navendên Îslamî de were avakirin, ligel bîranîna ramana “Se′îdê Nursî” wekî mînakekê ji bo rûbirûbûna tengasîyan û vegerandina nirxên mirovî.










