Şam-SANA
Encumena Perwerdeya Bilind guhertinên nû yên derbarê biryarên tayînkirina derçûyên zîrek li zanîngehanên dewletê pejirandin. Ev guherîn li gorî biryara hejmar 400 ya dîroka 1-3-2026an hatine kirin, û bendeke nû lê hatiye zêdekirin ku destûrê dide kesên ku ji ber beşdarîya wan di Şoreşa Sûrîyê de ji xwendinê qut bûbûn ku li zanîngehan bi posta mamoste (asîstant) werin tayînkirin.
Her wiha, encumenê şertê temen ji bo tayînkirina derçûyên zîrek betal kir, ku ev yek derfetên berfirehtir dide şîyanên ciwan ku bi mebesta piştgirîya perwerdeya bilind li Sûrîyê, tevlî karê akademîk bibin.
Civîna asayî ya encumenê di 14ê Hezîranê de bi serokatîya Wezîrê Perwerdeya Bilind Merwan El-Helebî hate lidarxistin. Di civînê de nêzî 140 dosyeyên akademîk û rêxistinî hatin gotûbêjkirin; ku girîngî dan geşepêdana perwerdeya bilind, çareserkirina pirsgirêkên heyî, û bihêzkirina kalîteya perwerdeyê û encamên wê.