Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Sûrîyê peydakirina maseyên nû yên xwendinê ji bo dibistanên li parêzgehên cuda didomîne, di çarçoveya planekê de ku armanca wê temamkirina pêdivîyên bingehîn ên proseya perwerdeyê ye.
Serokê Beşa Ragihandinê li Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê Hemze Hûrîye, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Yekşemê dîyar kir ku wezaretê beşa yekem ji maseyên xwendinê yên nû li ser hejmarek rêveberîyên perwerdeyê li parêzgehan belav kiriye.
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê di 17ê Adara borî de ragihandibû ku dest bi veguhastina 10 hezar maseyên xwendinê bi piştgirîya Îmaratê bo parêzgehên Dêrezor, Reqa, Hesekê û Helebê kiriye, di çarçoveya planeke berfireh de ku armanca wê dabînkirina hewcedarîyên dibistanan e.