Şam – SANA
Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrî ragihand ku bursek ji bo bidestxistina pileya Masterê di “Ewlehîya Navokî û Radyasyonê” de li Dibistana Navdewletî ya Ewlehîyê (INSS) li Koreya Başûr pêşkêş dike. Maweya xwendinê saleke temam e û di îlona 2026an de dest pê dike.
Ev burs ji bo derçûyên fakulteyên Fîzîk, Kîmya û Endezyarîyê (bi her cure beşên wê ve) ye. Şertê sereke zanîna zimanê Îngilîzî ye, ligel pêşkêşkirina belgeyên wergerandî ku tê de: Jînenîgarî, bawernameya mezûnîyetê, pilename, pêşnîyarname û raporta tenduristîyê hene. Serlêdan ji Çarşemê heta 12ê Adarê berdewam dike, bi rêya radestkirina kaxezan li navenda Desteyê li Kefer Sûsê yan jî bi rêya E-Mailê (nsttc@aec.org.sy).