Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko, tekez kir ku tedbîrên cîbicîkirina Mersûma Serokatîyê ya bi jimara 13an a sala 2026an, pabendbûna wezaretê bi parastina pirrengîya çandî û şaristanî nîşan dide, û dîyar kir ku armanc dabînkirina perwerdeyeke wekhev û dadperwer ji bo her zarokekî Sûrî ye, ji ber ku perwerde stûna bingehîn a hevwelatîbûn û girêdana bi welat e.
Wezîr Tirko eşkere kir ku wezaretê yekser dest bi amadekirina rênimayên hûrbîn kirîye da ku mersûmê têxe warê cîbicîkirinê de, bi awayekî ku wekhevîya fersendan û rêzgirtina li dewlemendîya çandî ya li Sûrîyê pêk bîne.
Rênima van xalan li xwe digirin: Amadekirina rêbazên bi zimanê Kurdî li gorî pîvanên zanistî, perwerdekirina kadroyên hînkirinê, sererastkirina plana xwendinê, û dîyarkirina dibistanên herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye.
Her wiha wî amaje bi avakirina komîteyeke şopandinê ya navendî û daîmî kir, da ku çavdêrîya cîbicîkirinê bike û astengîyan çareser bike.
Tirko dibîne ku ev mersûm nîşana guhdana parastina mafên hemû hevwelatîyan û xurtkirina yekîtî û nasnameya çandî ya pirreng e.
Her wiha bal kişand ser ku “Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên Xwendinê” hatîye erkdarkirin ku di nava şeş mehan de rêbazeke xwendinê bi zimanê Kurdî amade bike, da ku berîya sala xwendinê ya bê were pejirandin.