Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku nasnameya Sûrîyê her dem ji bo hemû welatîyên xwe hembêzker bûye û birayên Kurd di vê avahîyê de stûneke resen in. Ew ji me ne û em ji wan in û siberoja me yek e û nayê parçekirin.
El-Şeybanî li ser hesabê xwe yê Xê got ku hêza Sûrîyê di hevgirtina gelê wê de ye, û bi yekîtîya xwe em rûbirûyî dijwarîyan dibin da ku em welatekî azad ava bikin ku têra hemû xewn û daxwazên me bike.