Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri′ Mersûma hejmar 52 ya sala 2026an derxist, ku biryara avakirina van kolejan li Zanîngeha Helebê li bajarê Minbicê dide: Koleja Aborî ya Sêyem, Koleja Perwerdeyê ya Sêyem, û Koleja Wêje û Zanistên Mirovan a Sêyem.
Di Mersûmê de hatiye dîyarkirin ku kolejên navborî li ser lîsteya kolejan tên zêdekirin, a ku di xala duyem de ji rênimayên cîbicîkirinê yên yasaya birêkûpêkkirina zanîngehan (ya ku bi Mersûma 250 a sala 2006an derçûbû) hatiye destnîşankirin.
