Şam-SANA
Îro serê sibê ezmûnên werzê yekem ên sala xwendinê yên qonaxa amadehî û lîseyê yên sala 2025-2026an li hemû parêzgehan dest pê kirin, ku dê heya 15ê vê mehê berdewam bikin.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê li Wezareta Perwerde û Xwendinê Hemze Hûrîye, di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re dîyar kir ku zêdetirî 4 mîlyon û 500 hezar xwendekar di qonaxên xwendinê yên cuda de, berê xwe dane nêzîkî 12 hezar dibistanan ji bo pêşkêşkirina ezmûnên xwe.
Her weha wî tekez kir ku wezaret û rêveberîyên perwerdeyê hemû amadekarîyên pêwîst ên ezmûnê, û yên girêdayî rêxistinkirin, dabînkirina kaxezên bersivdayînê û belavkirina wan kirine, bi armanca peydakirina rewşeke guncaw a ezmûnan ji bo xwendekaran.

