Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko, bi erkdarê balyozxaneya Yabanê li Şamê Tsuji Akihiro û şandeya Ajansa Yabanî ya Hevkarîya Navneteweyî “JICA” re rêyên xurtkirina hevkarîya perwerdeyê gotubêj kirin.
Her du alîyan projeyên ku “JICA”yê berê pêk anîne û yên ku ji bo pêşerojê hatine pêşnîyarkirin nirxandin. Di civînê de giranî hate dayîn bi pêşxistina perwerdeya pîşeyî wekî bingehekê ji bo amadekirina ciwanan ji bazara kar re, ligel piştgirîkirina proseya perwerdeya elektronîk.
Her wiha her du alîyan behsa sûdgirtina ji ezmûna Yabanê di warê platformên dîjîtal û perwerdeya elektronîk de ji bo bilindkirina kalîteya hînkirinê li Sûrîyê, kirin.
Şandeya “JICA”yê hewildanên wezaretê yên ji bo pêşxistina perwerdeya pîşeyî û elektronîk bilind nirxandin û tekezî li ser girîngîya berdewamîya hevkarîyê kir da ku derfetên ciwanan yên bidestxistina pisporîyê zêde bibin. Ev hevdîtin di çarçoveya rêzeçalakîyên wezaretê de ye ji bo xurtkirina hevbeşîyên perwerdeyê, piştî civîneke berê bi rêxistina “ALECSO” re ya derbarê rewşa sektora perwerdeyê û rêyên pêşxistina wê.


