Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro mufadelaya veguhastina (Veguhertina wekhev ــ Guherandina qeydê) ji zanîngehên Sûrîyê (Hikûmî ــ Taybet) ber bi zanîngehên taybet ên Sûrîyê (yên bi pereyan) ragihand.
Daxuyanîya wezaretê ya ku kopîyek jê ji SANAyê re hatiye şandin, şert û mercên serlêdana ji bo mufadelayê tê de hene. Wezaretê dîyar kir ku serlêdan bi rêya vê lînkê pêkan e, ku ji îro ve dest pê dike û heta dawîya dema karê fermî yê roja çarşemê 24/12/2025an berdewam dike.
Wezaretê destnîşan kir ku xwendekar piştî ragihandina navên kesên ku di mufadelayê de hatine qebûlkirin, kare kaxezên pêwîst ji bo qeyda dawî temam bike.