Şam – SANA
Wezîrê Perwerdeya Sûrî Mihemed Ebdulrehman Tirko, tekez kir ku başkirina rewşa jîyana mamosteyan daxwazeke rewa ye, û got ku Wezaret hevkarîyê di vî warî de bi Wezareta Geşepêdanê û ya Darayîyê re dike.
Di daxuyanîyekê de ji SANAyê re, Tirko eşkere kir ku Wezaretê projeya qanûneke taybet bi karûbarên mamosteyan amade kiriye ku gavên başkirina rewşa mamosteyan tê de hene ji bo bilindkirina qedrê wan, û tekez kir ku ev proje bi hevkarîya Sendîkaya Mamosteyan pêk tê û di qonaxa temamkirinê de ye, bi awayekî ku li gorî hêvîyên wan be.
Tirko dîyar kir ku çaksazkirina dibistanan pêşînîya karê wezaretê ye, ji ber ku cihê ewle di proseya perwerdeyê de hêmanekî bingehîn e, û tekez kir ku mamoste bingeha her projeyeke pêşxistinê ye.