Şan-SANA
Peymangeha Bilind a Zimanan li Zanîngeha Şamê, di çarçoveya hewlên xwe yên ji bo xurtkirina çandên cuda û pêşxistina karînên hînbûna zimanan, dest bi kurseke nû ya hînkirina zimanê Kurdî dike.
Di vê kursê de 11 xwendekarên keç û xort bo dema 4 hefteyan (40 saetî) beşdarîyê dikin û derfet heye ku karibin astên bilindtir jî bixwînin.
Serokê Peymangehê D.ʼEmar Sendûq, da xuyakirin ku xwestina hînbûna zimanê Kurdî nîşana bîrewerî û hişmendîya giringîdana çandên cuda ye.

Di heman demê de, Dr. Ismetullah Remezan, Profeserê Fakulteya Perwerdeyê û çavdêrê hînkirina zimanê kurdî li peymangehê ji sala 2013an de, got ku hînkirina zimanê kurdî dihêle têkilîyên çandên cuda geş bibin û miletê Kurd di rêya zimanê wî û xwendina wî ya akadîmîk re bêhtir were naskirin, û ev yek dikeve xizmeta pirrengîya çandan û bihêzkirina niştimanperwerîya Sûrî û xurtkirina lihevkirinê di nav civaka Sûrîyê de.
Xwendekarên di vê kursê de beşdar bûne gotin ku ew dixwazin hînî zimanê Kurdî bibin û di çanda wî bighêjin, ji ber ku ev yek dihêle ew bêhtir hîn bibin û derfetên kar jî bêhtir bibin.

