Şam-SANA
Zanîngeha Şamê ragihand ku beşê hînkirina zimanê Tirkî di Fakulteya Edebîyatê de ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an hatîiye vekirin, bi armanca mukumkirina pevguhertina çandî, pêşxistina karînên xwendekaran di warê ziman de û vekirina asone pîşeyî yên nû.

Serokê Zanîngehê Mistefa Saim El-Dehir, da xuyakirin ku ev gava hatiye avêtin, bi armanca avakirina peywendîyên akademîk bi Tirkîyê re ye her weha ji ber giringîya zimanê Tirkî li ser asta herêmê, amaje bi hevrêzîya li gel zanîngehên Tirkî kir ji bo şandina profeseran û pêşwazîkirina xwendekaran di betlaneya havînê de.
Li gorî biryara ku hatiye standin, dê di sala yekem de nêzî 100 xwendekarî were qebûlkirin, di heman demê de hevrêzî bi Balyozxaneya Tirkîyê re tê kirin ji bo peydakirina materyalên zanistî, wek beşekî ji plana berfirehkirina hevkarîya akademîk di navbera her du welatan de.