Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê, ragihand ku ji sibe Yekşemê 2ê Tebaxê ve, li gorî pîvan û rêkarên pejirandî, xwendekarên ku bawernameyên xwe yên qonaxa amadehî ne ji Sûrîyê wergirtine, dikarin daxwaznameyên ji bo yeksankirina wan, li daîreyên azmûnan ên hemû parêzgehan pêşkêş bikin.
Wezaretê zelal kir ku divê serlêder bawernameya amadehî ya resen ligel belgeyên ku madeyên hatine xwendin dîyar dikin, pêşkêş bikin. Her weha divê ji alîyê Wezareta Derve ya welatê ku bawername jê wergirtiye an ji balyozxaneya wî welatî ya li Sûrîyê hatibe pesendkirin; ji xwe dema ku bawername bi zimanekî bîyanî be, divê bo zimanê Erebî bê wergerandin û ji alîyê Wezareta Derve ya Sûrîyê ve bê pesendkirin. Belgeyên pêwîst ev in: Nasname, dosyeke elektronîk bi forma (PDF) ku hemû kaxezan dihewîne, û temamkirina daxwaznameyê bi dana xerca darayî ya dîyarkirî.
Wezaretê dîyar kir ku dibe daxwaznameya yeksankirina bawernameya bîyanî bi awayekî mercdar berî temamkirina pesendkirinê bê wergirtin, lê belê belgeya yeksankirinê nayê dayîn berî ku hemû merc bên bicihanîn û rastîya wan were piştrastkirin. Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku eger madeyên bingehîn nehatibin xwendin, dibe ku ji xwendekar bê xwestin ku li gorî rêziknameyan derbasî azmûnên temamker bibe.
Wezaretê bang li wan kesên ku dixwazin agahîyên zêdetir wergirin kir ku serdana daîreyên azmûnan yên rêveberîyên perwerdeyê bikin, û destnîşan kir ku armanc ji vê gavê ew e ku xwendekar bi hêsînî xwendina xwe temam bikin û tevlî sazîyên xwendinê bibin.