Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, ragihand ku wezaret dê di nava çend rojên bê de, mufadeleyeke taybet ji bo derçûyên berê yên qûnaxa amadeyîyêyên ku di navbera salên 2011-2024an de îcaze wergiritine, berî ku qeydkirina fermî dest pê bike, tê weşandin.
Wezîr îro di daxuyanîyekê de rave kir ku armanca vê yekê ew e ku derfeta serlêdana xwendekaran bi awayekî birêkûpêk û zelal peyda bibe, da ku di pejirandina li zanîngehê de dadmendî û zelalî bê misogerkirin.
Li alîyê din jî, wezaretê îro berî qasekî mufadeleya qebûlkirina li zanîngehê ya îsal 2025/2026 ragihandibû, û wextê serlêdanê jî di navbera 1-16/10/2025an de destnîşan kiribû.