Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku dereceya maddeya perwerdehîya olî ji mufadeleya qebûlkirina zanîngehê tenê bo îsal, hatiye derxistin. Ev plan, awarte ye, ji ber ku şert û mercên heyî li ber çavan digire, ji bo peydakirina dadmendîyê di navbera hemî xwendekaran de, ji ber ku di salên şoreşê de, gelek planên xwendina amadeyîyê hebûne.
Wezaretê di daxuyanîyekê de, ku nusxeyeke wê îro gihişt SANAyê, piştrast kir ku biryar tenê ji bo îsal e, lê ji sala bê û pê de, dereceya perwerdehîya dînî dê cihê xwe di mufadeleyê de bigire, wê gavê, plana xwendina amadeyîya giştî, li Sûrîyeyê bi tevahî, yekgirtî dibe, ku hem derfetan yeksan dike, hem jî dadmendî dikeve di qebûlkirina li zanîngehê de.
Her weha wezaretê dîyar kir ku ew xebata wan berdewam e da ku berjewendîya neteweyî ya bilind bi dest bixe û ji bo hemî xwendekaran jî jîngeheke perwerdehîyê ya dadperwer û yeksan peyda bike.
Li alîyê din jî, wezaretê îro berî qasekî mufadeleya qebûlkirina zanîngehê ya îsal 2025/2026 ragihandibû.