Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro, mufadeleyên (hevyaz) qebûlkirina zanîngehê a sala 2025/2026an weşandin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de, ku nusxeyek jê gihaye SANAyê jî, dîyar kir ku serlêdanên qeydkirinê dê elektronîkî û ji dûr ve, bi rêya sepana (App) mufadelê bin. Roja Çarşemê, 1ê Cotmeha 2025an dest pê dikin û heta dawîya roja 16ê Cotmeha 2025an berdewam dikin.
Wekî din, wezaretê dîyar kir ku ew ê xwendekaran, li navendên mufadeleyan yên taybet û navendên piştgirîyê jî, li gorî dema li serî hatî, ji 7:00ê sibehê – 2:30ê nîvro, ji bilî roja în û şemîyê, wergirin.
Li gorî daxuyanîya wezaretê, xwendekar dê piştî dîyakirina encamên mufadeleyan, belgeyên pêwîst ji bo qeydkirina dawî temam bikin.
Xwendekar dikarin bi rêya webîsta wezaretê, rûpela fermî ya Facebookê û kenala Telegramê, hemî mufadeleyên zanîngehê û hemî agahîyên têkildarî şertên serlêdanê û hwd. bibîn.
http://www.mohe.gov.sy/mohe/
https://www.facebook.com/share/194cxzd7c4/
https://t.me/SyMOHEASR