Şam-SANA
Wezareta Wizeyê ya Sûrîyeyê ragihand ku derîyê wergirtina xwendekarên derçûyên îsal 2025-2026 ên sefa 9an bo dibistanên navîn ên pîşeyî di beşê “petrol, kanzanî û kangeh û jeolojîyê” de hatiye vekirin. Heçî şert û merc pêk aîbin, dikare navê xwe qeyd bike.
Wekî din jî, wezaretê rave kir ku qebûlkirin li gorî lîsteya hevyazê û valahîya heyî ye, bi şertê ku pileya herî kêm a van dibistanên li xwarê rêzkirî wergirtibe: (2,000 li Hums û Banyasê, 1,600 li Rimêlan, 1,800 ji bo kanzanî û kangeh) û (1,600 ji bo jeolojîyê li Gundewarê Şam û Dêra Zorê).
Her weha ji bo zarokên karmendên wezaretê û sazîyên pê ve girêdayî, li gorî hindek şert û mercên taybet, %25 ji bo wan hatiye veqetandin.
Heta 23ê Îlonê xwendekar dikarin serî li dibistanan bidin da ku navê xwe qeyd bikin, an jî bi rêya websîta wezaretê.