Şam-SANA
Îro Yekşemê, Encumena Gel rûniştina xwe berdewam kir. Rûniştin ji bo guhdarîkirina li Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr, derbarê berhemên petrol û bilindbûna bihayên wan de bû. Wezîr rewşa kerta enerjîyê, astengîyên ku rûbirûyî wê dibin û plansazîyên wezaretê ji bo zêdekirina berhemanîna petrol û gazê, her wiha dabînkirina pêdivîyên bazara xwecihî, pêşkêş kirin.
Wezîr El-Beşîr got: “Wezareta Enerjîyê sê dosyayên girêdayî enerjî, çavkanîyên avê û petrolê li xwe digire, ev jî wê dike yek ji girîngtirîn wezaretên ku bi aborî û jîyana xelkê ve girêdayî ye. Her wiha wî destnîşan kir ku mîrateyeke giran a bermayîyên rejîma jinavçûyî li ser milê wan e.”
Wezîr berdewam kir û got: “Peyama wezaretê ew e ku kerta enerjîyê ber bi domdarîyê ve bibe. Ev armanc jî, bi xurtkirina kalîteyê û başkirina çavdêrîyê, bi rêya cihêrengkirina çavkanîyan, rêveberîya giştgir, çespandina Sûrîyê wekî korîdoreke enerjîyê û xwegihandina çavkanîyên enerjîya paşerojê, pêk tê.”
Bi giştî, xalên herî girîng ên ku Wezîrê Enerjîyê El-Beşîr di axaftina xwe de destnîşan kirine ev in:
- Wezareta Enerjîyê ligel hikûmeta nû hat damezrandin û sê dosyayên girêdayî enerjî, çavkanîyên avê û petrolê hildigire ser milê xwe; ev yek jî wê dike yek ji wezaretên herî girîng ên ku rasterast bi aborî û debara jîyana xelkê ve girêdayî ne.
- Her wiha wezaret mîrateyeke giran ji paşmayîyên rejîma hilweşîyayî li ser pişta xwe hildigire.
- Peyama me ew e ku em sektora enerjîyê bi rêya bilindkirina kalîteyê û baştirkirina çavdêrîyê ber bi domdarîyê ve bibin.
- Em ê vê yekê jî bi rêya curbecurkirina çavkanîyan, pêkanîna rêvebirîyeke giştgir, bihêzkirina pêgeha Sûrîyê wekî korîdoreke enerjîyê û hevgavbûna bi çavkanîyên enerjîyê yên paşerojê re pêk bînin.
- Em bi mezinahîya wan astengîyên li pêşberî sektora enerjîyê ya li Sûrîyê dizanin û qet wan kêm nanirxînin; lê belê em baş dizanin em li ku derê radiwestin û derfetên berdest çi ne.
- Dîtina me di Wezareta Enerjîyê de sektoreke domdar û ewlehîyeke nerm e ku piştgirîya geşepêdana aborî dike, asta kalîteya jîyanê bilind dike. Her wiha giranîyê dide ser jêhatîbûn, dahênan û hevkarîyê; bi awayekî ku bikaranîna herî baş a çavkanîyên niştimanî misoger bike û ligel veguhertina cîhanî ya ber bi enerjîya paqij ve bimeşe.
- Damezrandina şirketên “holding”ê nayê wateya meyla ber bi taybetkirina sektora enerjîyê ve. Hemû şirketên ser bi wezaretê ve jî milkê dewletê ne.
- Me hewl da ku zevîyên petrolê vegerînin û li ser nûjenkirina binesazîya berhemanîna petrolê bixebitin. 78 zevîyên me yên petrolê hene.
- Wezareta Enerjîyê kar ji bo veguhestina sîstema xebatê ji bikaranîna kaxezan ber bi sîstemeke dîjîtal a tekûz ve dike, bi mebesta dijîtalîzekirina belgeyên rêkaran û girêdana sazîyan û bingeha daneyan li wezaretê.
- Me rojane nêzîkî 140 hezar bermîlên neftê berhem dida, lê hilberîn û qebareya wê bi rewşa bîran ve girêdayî ye. Me komîteyek bo lêkolînkirina rewşa nefta depokirî û ya yedek û amadekirina nexşerêyeke nû ji bo neft û gazê ava kir.
- Me gelek bîrên neftê bi awayekî demkî girtin bi armanca nûjenkirin û jinûvexebitandina wan, bi rengekî ku ewlehîya welatîyan misoger bike.
- Berhemanîna gazê nêzîkî 6 mîlyon metre sêca (m³) bû, di demekê de ku pêdivîya Sûrîyê bi 24 mîlyon metre sêca heye. Niha berhemanîn gihîştiye 8 mîlyon metre sêca û ji bo zêdekirina berhemê em bêtir bîran dikolin.
- Sektora enerjîyê rûbirûyî astengîyên mezin dibe; ya herî berbiçav nebûna bingehên daneyan, zehmetîya peydakirina petrola xav û parçeyên yedek e, ligel pêdivîya mezin a dabînkirina diravê bîyanî ji bo van karan.
- Berîya niha li Sûrîyê 2.5 mîlyon otombîl hebûn, lê îro 3.6 mîlyon otombîl hene; ev yek jî tê wateya zêdebûneke berbiçav a daxwaza li ser sotemenîyê. Şîyana parzûnkirinê ya me rojane 150 hezar bermîl e, di heman demê de em rojane bi rêjeya 150 hezar bermîl berhemên petrolê ji derve hawirde dikin.
- Berhemanîna me ya navxweyî ya petrolê 112 hezar bermîl e û em kêmasîya xwe ya 200 hezar bermîlî jî ji derve dabîn dikin.
- Me serî li parzûngehên elektrîkî da ji bo çareserkirina krîza ku em di peydakirina berhemên neftê de pê re rûbirû ne û derbarê gazê em niha rojane 6.3 mîlyon metre kab ku bi qasî 140 mîlyon dolarên Amerîkî ye mehane ji Azerbaycanê û ji keştîyekê li Bendera Eqebayê ya Urdunî dikirin.
- Tevî rewşa wê ya teknîkî ya xirab, em guh didin parzûngeha Himsê heta ku em bikarin parzûngehên nû ava bikin. Me çaksazîyeke giştî ji parzûngeha Banyasê re çêkir ji ber rewşa wê ya teknîkî ku pêwîstîyeke lezgîn bi sexbêrîyê hebû ji bo parastina ewlehîya xebatkarên ku li wir kar dikin.
- Mezaxtina pîşesazî ji elektrîkê re bi qasî 40 ji sedî ya mezaxtina Sûrîyê ye û berdewamîya elektrîkê ji bo sazîyên pîşesazî pêwîst e ji bo zêdekirin û xurtkirina veberhênanan.
- Dabînkirina diravê bîyanî yek ji wan astengîyan e ku wezaret di dabînkirin û kirîna berhemên petrolê de rûbirûyî wan dibe.
- Pêdivîya me ya rojane a mazotê 12 mîlyon lître û ya benzînê 8 mîlyon lître ye; navîna xerckirina fîulê jî ji bo stasyonên hilberînê û pîşesazîyê 8500 ton e. Pêdivîya gaza malê jî 1300 ton e ku ew ji gaza ji bo elektrîkê tê bikaranîn cuda ye.
- Em ber bi girêdana peymanan ligel dewletên dost ên hilberînerên petrolê ve diçin heta ku em xwebesbûnê pêk bînin. Her wiha me daxwaza pêşnîyarên bihayan ji bo temamkirina Xeta Erebî ya ku ji Urdinê tê kiriye, ku ew bi bihayê nêzîkî çaryek mîlyar dolarî di qonaxa cîbicîkirinê de ye ji bo temamkirina vê xetê, û ew li ser hesabê Şirketa Sûrî ya Petrolê ye.
- Sûrîye mehane hewcedarî 831 mîlyon dolarî ye ji bo kirîna nefta xam û berhemên neftê, û di demekê de ku krîzeke cîhanî di sektora enerjîyê de heye, em carinan serî li peymanên hevrazîkirinê didin.
- Planeke me ya stratejîk heye ji bo zêdekirina hilberîna neftê, û di sala 2028an de em ê bigihîjin asta dabînkirina nefta xwe ji hilberîna xwe ya xwecihî, û em dê hewcedarî nêzîkî 7 salan bin da ku hilberîna gazê bighîje astên dilxweşker.
- 458 stasyonên veguherînê û 12 stasyonên hilberandina elektrîkê li cem me hene; beşekî mezin ji wan ji ber kiryarên rejîma berê ji kar ketiye.
- Dema ku em derbasî Şamê bûn, hilberîna elektrîkê digihîşt 915 mêgawatî û demjimêrên hatina elektrîkê rojane tenê ji demjimêrekê heta du demjimêran bûn, lê îro em 3500 mêgawatî hildiberînin, ev yek jî bû alîkar ku demjimêrên hatina elektrîkê li piranîya parêzgehan ji 18 heta 20 demjimêran bilind bibin.
- Projeyên stratejîk ji bo zêdekirina hilberandina enerjîya elektrîkê hene û me yadnameyên têgihiştinê ji bo avakirina 4 stasyonên hilberandina gazê yên nû li çend deveran peyda kirin.
- Pêdivîya projeyên enerjîya rojê bi stasyonên veguherînê û binesazîyê heye, ku dabînkirina wan jî dem digire. Lewma me di çarçoveya plana xwe ya stratejîk de, ji bo berfirehkirina şîyana berhemanîna elektrîkê dest bi xebatên li ser Santrala Termîk a Tişrînê kiriye.
- Pêdivîya Sûrîyê bi elektrîkê di encama geşepêdana aborî de di sala 2030î de dê bibe duqat; lewma em li ser zêdekirina berhemanînê û baştirkirina rewşa torên elektrîkê dixebitin.
- Me ji sedî 8ê pergala veguhestina elektrîkê nûjen kir, ku hêlên girêdana herêmî yên bi Tirkîye û Urdunê re jî di nav de ne.
- Me dest bi hawirdekirina pîverên zîrek bo elektrîk û avê kir, ku ev yek dê windabûna enerjîyê kêm bike.
- Me bi şirketeke Erebistana Siûdî re peymanek îmze kir ji bo encamdan lêkolînekê û avakirina sîstemeke çavdîrîkirin û kontrolkirinê ji bo birêvebirina tora elektrîkê ya Sûrîyê bi rengekî zîrek, û lêçûna sîstema çavdêrî û kontrolkirina tora elektrîkê, nêzîkî 60 mîlyon dolarî tê texmînkirin.
- Zêdebûna elektrîka wendabûyî, bi sedema xirabbûn û kevnbûna stasyonên hilberîn û veguherînê, torên veguhastinê û zêdegavîyên li ser torê ye, niha berê me li danîna pîverên zîrek ên elektrîk û avê ye ji bo ku pêvajoyên tijîkirin û dravdanê hêsan bibin.
- Em ê îsal dest bi danîna 300 hezar pîverên zîrek li Şam û Idlibê bikin, û berfirehkirina danîna pîverên zîrek dê hemû parêzgehan li xwe bigire.
- Deynên li Şirketa Elektrîkê yên şirketa ku gazê dikire û dabîn dike, heta duh gihîştine milyarek û 650 mîlyon dolarî, her wiha zîyanên torê û paşveçûna komkirina fatureyan, bandorê li şîyana şirketa elektrîkê dikin ji bo dayîna nirxê gazê.
- Me beşekî piştgirîkirî bi qasî 150 kîlowat saet di mehê de ji bo xerckirina malan pejirand. Lêçûna beşê piştgirîkirî jî digihîje nêzîkî 4.5 sentan ji bo her kîlowat saetekê.
- Fatureya xerckirina 150 kîlowat saet di mehê de digihîje nêzîkî 6.5 dolaran, û xerckirina 150 kîlowat saet di mehê de têra ronahîyê dike.
- Bihayê gazê yê ku di navbera Şirketa Petrolê ya Sûrîyê û ya Elektrîkê de hatiye dîyarkirin, digihîje 9 dolaran ji bo her mîlyonek yekîneya germîyê, û em niha gazê ji bazarên cîhanî bi nêzîkî 22 dolaran ji bo her mîlyonek yekîneya germîyê dikirin.
- Bilindbûna bihayê gazê li seranserî cîhanê, me neçar dihêle ku em qaseyên kirîna gazê bi qasî nêzîkî du milyon metre kabî kêm bikin û ev yek jî bandoreke neyînî li asta xizmeta enerjîya elektrîkê dike.
- Lawazîya darayî ya şirketa elektrîkê li hemberî şirketa gazê, digihîje milyarek û 650 milyon dolarî û kêmbûna rêjeyên komkirinê li hin parêzgehan bandoreke neyînî li karîna şirketê ya kirîna gazê û berdewamîya xizmetê kiriye.
- Hîn jî li gorî tarîfeya niha piştgirî ji bo elektrîka malê û elektrîka pîşesazî û bazarganîyê heye û rêjeya piştgirîyê digihîje 75 ji sedî ji bo beşê yekem, 42 ji sedî ji bo beşê duyem, 30 ji sedî ji bo xetên ku nakevin ber bernameya qutkirinê (teqnîn) û 26 ji sedî ji bo sektora pîşesazî û tansîyona bilind.
- Me planek ji bo avakirina 5 stasyonên çareserkirina ava kanalîzasyonê li çend parêzgehan danî û me av ji bo 2.3 milyon kesî ku bi salên dirêj ji wan hatibû qutkirin vegerand.
- 5 hezar û 700 çavkanîyên me yên avê hene û dirêjahîya tora me ya avê digihîje nêzîkî 65 hezar kîlometreyan; her wiha li Sûrîyê 123 stasyonên paqijkirina avrêjê hene.
- Piranîya avrêja li Sûrîyê diherike nav çem, gol û deryayan. Ji bilî nûjenkirina stasyona Edrayê, em hewl didin li çendîn parêzgehan 5 stasyonên din jî ava bikin.
- Lêçûna nûjenkirina stasyona paqijkirina avrêj a Helebê digihîje 400 mîlyon dolarî, û em bi hevkarîya ligel sazîyên navneteweyî dixebitin da ku fînansekirina wê dabîn bikin.
- Me ji bo misogerkirina xizmetên avê 6 hezar pompe sererast kirin, 308 bîrên nû kolan, û ji bo dabînkirina ava vexwarinê me 1051 bîr nûjen kirin; her wiha 110 depoyên avê jî hatin nûjenkirin û çêkirin.
- Tarîfa avê ya niha gelekî nizm e û têra lêçûna berhemanîna metreyek sêgoşe nake. Ji bo hedirkirina avê jî, pêwîstî bi bilindkirina hişyarîyê û bikaranîneke berpirsyarane heye.
- Ji armancên me yên stratejîk pêşxistina sazîyên avdanê û xurtkirina çavdêrî û xebitandina tekûz a bendavan e. Me 3 bendav di nav plana dîyarkirî ya sala 2027an de bi cih kirine.
- Armanca projeya kişandina ava Dîcleyê bo Xabûrê ku nêzîkî 215 hezar hektaran av bide. Ji wan, 150 hezar hektar nû ne û lêçûna texmînkirî di dema cîbicîkirina qonaxa bi şîyana 3 metre-sêgoşe di çirkeyekê de, digihêje nêzîkî 572 mîlyon dolarî.