Rîyad-SANA
Erabistana Siûdî, îro Çarşemê, pêşwazî li pejirandina biryara Encumena Parêzvanan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) ya derbarê rakirina benda “pabendnebûnê” ya têkildarî Sûrîyê ji rojeva wê kir. Ev biryar piştî geşedanên erênî yên di vê dosyeyê de çêbûne û hevkarîya ku Sûrîyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî re nîşan dayî, hatiye standin.
Wezareta Derve ya Erabistana Siûdî di daxuyanîyekê de bi rêya hesabê xwe yê li ser platforma “X”ê, got: ” Erabistana Siûdî rêzgirtina xwe ji bo hemû dewletên endam di Encumena Parêzvanan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî de dîyar dike, ji bo gihiştina wan a lihevkirineke tam li ser biryara ku ji alîyê dewletên endamên Encumena Parêzvanan ve hatiye pêşkêşkirin ku ew dewlet: Erabistana Siûdî seroka Grûpa Erebî li Vîyenayê, Urdun, Misir û Mexrib in, bi rengekî ku piştevanîya geşedanên erênî yên di dosyeya Sûrîyê de nîşan bide.”
Wezaretê careke din tekez kir ku Siûdîyê piştevanîya xwe ya tam nîșan dide ji bo Sûrîyê û hemû hewl û gavên ku armanca wan xurtkirina ewlehî, aramî û serwerîya wê ne. Her wiha piştgirîya sazîyên wê yên neteweyî dike, bi rengekî ku beşdarîyê di pêkanîna daxwazên gelê Sûrîyê yê bira de bike, ber bi paşerojekê ve ku ewlehî, aramî û geşedanê dabîn bike.