Cede – SANA
Bi serpereştîya Wezareta Aborî û Pîşesazîyê û her du odeyên pîşesazîyê yên Şam û Gundewarê wê û Helebê, duh Sêşemê, li bajarê Cede yê Erebistana Siûdî çalakîyên gera yekem a Pêşangeha Pîşesazîyên Sûrîyê ya bi navê “Syrix Jeddah 2026” dest pê kirin.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku zêdetirî 160 şirket û kargehên Sûrî yên sektorên xurek, tevnkarî, endezyarî û kîmyewî beşdarî pêşangehê dibin; ev pêngav bi armanca xurtkirina amadebûna berhemên Sûrî li bazarên Siûdîyê û vekirina asoyên hevkarîya bazirganî û veberhênanê di navbera karsazên her du welatan de tê avêtin.
Serpereştîkirina vê bûyerê ji alîyê wezaretê ve, wekî nîşana girîngîpêdana wê ya berdewam tê ji bo piştevanîya pîşesazîya niştimanî û hêsankirina gihîştina berhemên navxweyî bo bazarên herêmî.
Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Basil Ebdilhenan, Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêşangehan Mihemed Hemze û Serokê Odeya Pîşesazîyê ya Şam û Gundewarê wê Mihemed Eymen Mewlewî di merasîma vekirina pêşangehê de amade bûn.







