Şam – SANA
Bihayê zêrê eyar 21 li bazara navxweyî îro Şemîyê, li hemberî bihayê roja Pêncşema borî bi qasî 250 lîreyên Sûrî kêmtir bû.
Li gorî belavoka ku ji alîyê Desteya Giştî ya Birêvebirina Metalên Nirxdar ve hatiye weşandin, bihayê grama zêrê eyar 21 ji bo firotinê bû 16.150 lîreyên Sûrî û ji bo kirînê jî 15.850 lîre.
Grama zêrê eyar 18 jî ji bo firotinê 13.850 lîreyên Sûrî û ji bo kirînê 13.550 lîreyê hate tomarkirin.
Bihayê onseke zêr li bazara cîhanî gihîşt 4.430 dolarî.