Cedde-SANA
Bajarê Ceddeyê yê Siûdî, li Navenda Ceddeyê ya Pêşangeh û Çalakîyan, di maweya ji 8 heta 11ê vê Îlonê, bi beşdarîyeke berfireh ji alîyê şirket û hilberînerên Sûrî ve, û bi amadebûna karsaz, hawirdekar, belavkar û xwedîyên biryarê yên di bazara Siûdî de, mêvandarîya gera yekem a pêşangeha “Syrex”ê ya pîşesazîyên Sûrî ya 2026an dike.
Ajansa nûçeyan a Siûdî (SPA), duh Şemîyê ragihand ku pêşangeha li jêr serpereştîya Odeya Ceddeyê, wekî platformeke aborî ya pispor ji bo nîşandana berhem û pîşesazîyên Sûrî tê hesibandin. Her wiha ji bo vekirina rêyên hevkarîya bazirganî û veberhênanê di navbera şirketên Sûrî û bazara Siûdî de ye, digel ku giranîyê dide pêkanîna hevdîtinan û avakirina hevkarîyên bazirganî, li şûna firotina rasterast bo bikarhêneran.