Şam-SANA
Banka Bazirganî ya Sûrî, ji bo hêsankirina rêkarên guhertina diravê kevn, ragihand ku îro û sibe Çarşemê jî, dewama wê ya fermî heta saet pêncê êvarî hatiye dirêjkirin.
Bankê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê zelal kir ku biryara dirêjkirina saetên dewama fermî wekî bersivekê ji bo daxwaza zêde û qerebalixa ku di şaxên wê de tê dîtin hat, bi mebesta bilezkirina pêkanîna pêvajoya guhertina dirav ji bo welatîyan.
Bankê li bîr anî û piştrast kir ku xebat di roja Şemîya bê de bi hevahengîya ligel şaxên Banka Navendî ya Sûrîyê berdewam dike, ji bo radestkirina diravê Sûrî yên kevn, bi awayekî ku bizava birêveçûna kar misoger bike.