Şam-SANA
Duh Înê, rûpelên 10 rojên Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê hatin pêçan, hêdî hêdî dengên beşan û dengê gavên mêvanan li Bajarê Pêşangehan kiz dibin. Lê belê, bandora vê bûyerê bi kutabûna çalakîyan re kuta nabe.
Di encama gera 63yan de, Şam wisa xuya dike ku di her goşeyekê de çîrokên bêjimar, di nav beşan de hevdîtinên curbecur û di rûyên mêvanan de bîranînên mayînde parastine, ku dê piştî vegera wan a bo mal û karên wan jî, bi wan re her zindî bimînin.
Ji dema destpêkirina çalakîyên vê gerê di 26ê Tebaxê de, Bajarê Pêşangehan veguherî qadeke berfireh ku kompanî, berhemhêner, veberhêner û mêvan li hev civandin.
Beşan derîyên xwe li ber nîşandana berhem, xizmetguzarî û ramanên nûjen vekirin; di heman demê de hevdîtinên rasterast bûn derfeteke zêrîn ji bo hevnasîn û gotûbêjkirina asoyên hevkarî û şirîkatîyên aborî.
Mêvan wekî çawa hat naçe
Di nav korîdorên ku bi mêvanan tijî bûbûn de, pêşangeh ji bo gelek kesan ne tenê geşteke êvarê ya asayî bû.
Her mêvanekî qunceke xwe ya taybet hebû ku lê radiwestîya; li wir wêneyek dikişand, berhemek ku bala wî dikişand, an jî guhdarîya çîrokeke balkêş ji devê beşdarekî dikir.
Hevdîtin şopa herî mezin e
Lê ji bo xwedîyên kompanyan û beşdaran, wateya pêşangehê hîn kûrtir bû. Beş ne tenê cihên nîşandana berheman bûn, lê belê bûn xalên hevdîtina rasterast bi xelkê, kiryar û karsazan re; her wiha bûn derfeteke girîng ji bo nasandina markeyên bazirganî û vekirina kanalên nû yên têkilîyê.
Ji berheman ber bi bîranînan ve
Serê deh rojan, pêşangeh bi gelek rûyan derket pêş; ji alîyê aborî ve bi şirket, berhem û derfetên veberhênanê, ji alîyê çandî û civakî ve jî bi çalakî û hevdîtinên germ.
Rojên wê bûn dîdevanên têkilîyeke bêhempa ji alîyê mêvanan ve û cihêrengîyeke dewlemend di bername û xebatan de.
Lê piştî bidawîhatina van hemûyan, wêneyê mirovî ku bi bîrdankê ve dizeliqe yê herî girîng e. Dibe ku mêvan navê beşê ku tê re derbas bûye yan hûrgilîyên berhemeke ku cara yekem dîtiye ji bîr bike, lê ew dê bo demeke dirêj kenê firoşkarekî yan guftûgoyeke asayî bi xwedîyê kompanyekê re yan jî kêlîya hevdîtina bi kesekî re ku bi salan e ew nedîtiye, her tim di bîra xwe de biparêze.
Dema dawî dibe destpêk
Bi vemirandina ronahîyên pêşangehê di şeva wê ya dawîn de, mijar ne tenê pêçana rûpelên deh rojan e, bi qasî ku veguhestinek ber bi çîrokên nû ve ye.
Gera 63yan, ku nêzîkî hezar sazî ji derdora 60 welatan li hev civandin, ne tenê berhem û ramanên xwe pêşkêşî mêvanan kirin, lê qadeke berfireh ji bo hevdîtin, têkilî û avakirina şirîkatîyan pêşkêş kir; ev hemû di gereke ku dirûşma “Sûrîye dîsa dibiriqe” hildigirt, pêk hatin.



