Şam-SANA
Ligel zêdebûna guhdana bi veberhênanê li Sûrîyê, girîngîya danasîna wan xizmetguzarîyên ku Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê pêşkêşî veberhêneran dike û rêkarên ku bi rêya wan mirov dikare ji fikra projeyê derbasî qonaxa cîbicîkirinê bibe derdikeve pêş, bi rengekî ku rêça dikare were şopandin û alîyên ku divê serî li wan were xistin ji veberhêner û xwedîyên projeyan re ronî dike.
Di vê çarçoveyê de, Rêveberê Şaxê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê li Helebê Hazim Lutfî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, li kêleka çalakîyên Pêşangeha Navdewletî ya Şamê bal bir ser wê yekê ku deste bi veberhêner re dest bi rêwîtîyeke tekûz dike; ji xwesteka wî ya avakirina projeyekê di her sektorekê de mîna pêşxistina xanûberan û projeyên pizîşkî, tenduristî, bazirganî, çandinî û pîşesazîyê dest pê dike, heta digihîje lêgerîna li cihekî guncaw ji bo veberhênanê, çi bi rêya erdekî ku veberhêner pêşkêş kiribe yan erdekî ku desteyê dabîn kiribe.

Lutfî dîyar kir ku deste lêkolînên feydeya aborî, lêkolînên endezyarîyê û hemû hûrgilîyên ku rê didinê dest bi cîbicîkirina projeya xwe bike pêk tîne, ligel lêkolînkirina şîyana darayî ya şirketê û ezmûna wê, ji bo piştrastbûna ji karîna wê ya li ser cîbicîkirina projeyê.
